Mihemed Ebas: Ev gef wê rastî berxwedana QSD’ê were

Dewleta Tirk a qirker dîsa gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.
Pêkhateyên herêmê jî li dijî van gefan bertekên tund nîşan didin.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas da xuyakirin ku ev gef wê rastî berxwedana QSD’ê were.

Mihemed Ebas diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze pilanên xwe yên dagirkirina herêmê dewam bike û ev gef ne nû ne.

Ebas bi bîrxist ku Tirkiyê bêyî erêkirina Rûsya û Amêrîka nikare êriş bike.

Mihemed Ebas got, heger gelê Kurd li hemberî gefên Tirkiyê gotina xwe bike yek wê gefên Tirkiyê têk biçin û got:

“Divê gelê me li derdora QSD’ê kom bibin û ji bo têkbirina planên Tirkiyê rihê berxwedanê nîşan bide.”

Back to top button