Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed dibêje gel ji bo parastina axa xwe ji êrişên Tirkiyê amade ye.
Nîhad Ehmed anî ziman ku armanca Tirkiyê ji gef û êrişan têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye û got:
”Êdî Tirkiyê baş fêm kiriye ku tiştek mîna berê nemaye, gelê herêmê zana ye û ji bo parastina axa xwe amade canê xwe feda bike.”
Nîhad balikaşd ku eger êrişek nû li dijî herêmê pêk bê dê aloziya li Sûrî kûrtir bibe û bang li hikûmeta Şamê kir ku herêmê biparêze.
Nîhad Ehmed her wiha bang li hêzên garantor bi taybet Rûsya kir ku bersiva gefên dewleta Tirk bide.