Li bajarê Halifax ê başûrê Rojhilatê Kendayê agir bi mala malbateke Sûrî ket.
Di encamê de 7 zarokên malbatê jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Halifax ê başûrê Rojhilatê Kendayê agir bi mala malbateke Sûrî ket.
Di encamê de 7 zarokên malbatê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî dezgehên çapemeniya Kendayê malbata Sûrî ji beriya 2 salan ve hatiye Kenedayê, zarokên şewitîne temenên wan navbera 4 heta 14 salî ne.
Tê gotin, malbat ji bajarê Dêra Zorê ye û di sala 2017’an de çûye Kendayê.
Li gorî agahiyan, şewat di saetên nîvê şevê de li qata jorîn, di odeyên zarokan de pêk hat, bav Îbrahîm Berho û dê Kewser nedikarîn zarokên xwe xilas bikin.
Her du jî ji ber şewatê birîndar bûne û rewşa wan aniha baş e.