Li Iraqê..Mûşekek katyoşa li hundirê Herêma Kesk ket

Duh, careke din mûşekek bi ser Herêma Kesk a li Bexdayê de ket. Lê ti zererên canî çênebûn.

Çavkaniyên leşkerî yên Îraqî ragihand ku Çarşemê, mûşekek li hundirê Herêma Kesk ku avahiyên hikumî û navendên diplomasî yên biyanî lê ne, hat xwarê.

Li gorî çavkaniyan, ti ziyanên canî çênebûn.

Hat ragihandin jî ku ketina vê mûşekê, dengekî ecêb derxist, di encamê de zemûrên hişyariyê bang kirin.

Ev êrîşa bi mûşek, di daxuyaniyeke leşkerî de hat teqezkirin.

Heya niha jî ti aliyî ev yek negirtiye ser xwe.

Şaneya Ragihandina Ewlehî jî diyar kir ku mûşek ji cureya Katyoşa bû û ji nêzî Yarîgeha Gel hatibû avêtin.

Back to top button