Misir û Îmarat: Tekane rêya pêkan, pêvajoya siyasî ye

Misir û Îmaratê, teqezî li ser çareseriya siyasî li Lîbyayê kir, ku ew rêya tekane ya bidawîbûna şer e.

Duh, NY ragihand ku şandeya hikumeta Wîfaqê û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, bi temamî beşdarî gera 3an a danûstandinên komîteya leşkerî ya hevbeş dibin.

Li ser vê jî, Misir û Îmaratê banga agirbesteke leşkerî kir û diyar kir ku divê ev danûstandinên bi serperiştiya NY, berdewam bikin, ji ber tenê rêya pêvajoya siyasî li Lîbyayê pêkan e..

Herdu welatan her wiha, hişyarî ji bo komên çete da, ku gefan li jiyana sivîlên li bajarê Sêrt ê Lîbyayê dixwin.

Back to top button