YJA Star: Li Zendûra 7 leşkerên Tirk hatin kutşin

Belê her berxwedana gerîla artêşa dewleta Tirk a dagirker aniye ber têkçûnê. Her çiqasî dewleta Tirk dixwaze bi rêya propagandayên derew li ser şikestina xwe bigre jî lê heta niha nekariye biser bikeve.

Ji ber ku dimenên ji qada şer tên, rastiya heyî radixe ber çavan. Di çalakiya gerîlayên YJA Starê yên li herêma Metîna de 7 dagirker hatin kuştin. Gerîla Tv jî dimenê vê çalakiyê bi raya giştî re parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:

5’ê Gulanê li qada Zendûra ya herêma Metînayê, 9 dagirkerên ku li ser Girê Şehîd Çiya tevdigeriyan bûn hedefa çalakiya gerîlayên YJA Starê.

Piştî şopandinê gerîlyan derbên giran li wan dan.

Di encamê de 7 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê dagirkeran cenazeyên xwe û leşkerên xwe yên birîndar bi helîkopteran ji herêmê rakirin.

Back to top button