Biden: Karker ji mûçeya ku distînine zêdeti heq dikin

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Joe Biden serdana karkerên otomobilê yên grevê kir.
Biden beşdarî çalakiya karkeran bû û got:
“Karker ji mûçeyên ku distînin pir zêdetir heq dikin.”

Joe Biden duh li Michigan beşdarî greva karkerên otomobilê bû.

Biden piştgirî da daxwaza karkeran a ji bo sedî 40 zêdekirina mûçeyan wan û got:

“Karker ji mûçeyên ku distînin pir zêdetir heq dikin.”

Serdana Biden yekem car bû ku serokekî Amerîkî serdana karkerên grevê dike.

Ev Serdana rojek beriya ku namzedê serokomariyê yê Komarparêz û serokê berê Donald Trump bi xebatkarên otomobîlan ên li Michigan re biaxive hat kirin.

Biden beşdarî çalakiyê bû got:

“Tiştê ku we bi dest xistiye hûn heq dikin.

Ji ya ku hûn niha distînin jî we gelek heq kiriye.”

Serokê Yekîtiya Karkerên Otomobîlê (UAW) Shawn Fain, ku pêşengiya grevê dikir, li balafirgehê pêşwazî li Biden kir.

Fain seredana Biden wekî demek dîrokî binav kir û ji bo serdanê sipasiya wî kir.

Ev serdana Biden di dîroka Amerîkayê de bû serdana yekem ku serokekî welat serdana karkerên grevê dike.

Back to top button