Amerîka bo Sûdanî: Hêzên me wê li Iraqê bimînin

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku êdî pêwist nake hêzên Koalîsyona Navnetewî li Iraqê bimînin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ragihand ku li ser hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê li gel Bexda lihevkirine.

Medya fermî ya Iraqê 25’ê Îlonê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyek xwe de ragihandiye ku îro DAIŞ ji bo dewleta Iraqê ne gefe û êdî pêwîstiya wan bi Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê hatî avakirin, nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya çapemeniyê ya li Waşîngtonê de bersiva Iraqê da û agahiyên nû li ser hebûna hêzên wan li Iraqê da.

Matthew Miller diyar kir ku mayîna hêzên Amerîkayê li ser bang û daxwazên hikumeta Iraqê bû, hêzên Emerîkayê erkê şêwirmendî û hevkariyê pêşkêşî hêzên Iraqê dikin.

Miller wiha got:

“Em hewl didin ku ji bo diyarkirina çawaniya pêşxistina erkên leşkerî yên hevpeymaniyê li Iraqê, şêwirên xwe ji nûve destpê bikin.”

Hêjayî gotinê ye li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞ’ê koalîsyona navnetewî hatiye avakirin.

Amerîka bi serokatiya General Matthew McFarlane serkêşiya koalîsyonê dike.

Back to top button