Frederîke Geerdînk: Hêzên PDK’ê stranên Tirkî bi min dan guhdar kirin

Rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink a ku dixwest derbasî rojavayê Kurdistanê bibe û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat dersînorkirin diyar kir ku kêliya ku wî birene balafirgehê stranên tirkî pê dane guhdarkirin. Frederîke diyar kir dersînorkirina wê ji hevkariya AKP-PDK’ê qut nîne û got ji bo ku ew nikaribiye derbasî Rojava bibe gelekî xemgîn buye.

Rojnamevan û nivîskara Hollandî Frederike Geerdink ku dixwest ji bajarê Hewlerê yê Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin.

Piştre jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat dersînorkirin.

Frederîke Geerdink derbarê tiştên hatine serê wê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Frederîke Geerdink destnîşan kir du kesên bi cilên polîsan ku rayedarên PDK’ê bûne, ew li wesayîtê siwar kirine û birine balafirgehê û xwestine di ser Stenbolê re, wê dersînor bikin lê ew li dijî vê yekê derketiye û destûr nedaye vê yekê.

Frederîka Geerdink anî ziman ku dema ew birine balafirgehê ew her du kesên ji asayîşa PDK’ê ku di navbera xwe de bi kurdî dipeyivîn, stranên tirkî pê dane guhdarkirin û wiha got:

“Min ji wan re got, ’em niha li Kurdistanê ne, çima hûn stranên tirkî vedikin’. Bi wan stranên tirkî xwestin peyamê bidin min. Min sedemê rewşa ku pê re rûbirû mam dizanibû.

Frederîke Geerdînk: Ez gelek xemgîn bûm ku rê nedan derbasî Rojava bibim

Ez dîsa pir dixwazim biçim Rojava. Ez bi ber neketim ku min ji Hewlêrê dersînor kirin, lê ez pir xemgîn bûm ku nehiştin ez biçim Rojava.”

Frederîk Geerdink da zanîn ku wê xwestiye ji bo wan deverên di bin gefa dewleta Tirk de ne biçe Rojava û rewşa li wir ji raya giştî re ragihîne û binivisîne.

Frederîk anî ziman ku dersînorkirina wê ji hevkariya AKP-PDK’ê qut nîne û ew li ku dibe bila bibe dê her rastiyan binivisîne.

Back to top button