Jina siyasetmedar Selma Irmakê diyar kir ku qirkirin û înkarkirina li hemberî kurdan kodên bingehîn ên dewletê ne û got ku “Plana Çokşikandinê” ya desthilata AKP’ê li ber berxwedana gel rûxiyaye.
Komkara Tirkiyeyê ku piştî rûxandina Împaratoriya Osmaniyan hat avakirin, sed salên xwe li ser esasê qirkirin û înkarkirina kurdan temam kir.
Lê kurd tevî hemû qirkirin û sirgûnan jî, sed sal in daxwazên xwe yên ji bo statuyê û hebûna xwe didomînin.
Siyasetmedara Kurd Selma Irmakê derbarê polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê yên li hemberî kurdan nirxandin kir .
Selma Irmakê diyar kir ku qirkirin û înkarkirina li hemberî kurdan kodên bingehîn ên dewletê ne û got :
“Plana Çokşikandinê” ya desthilata AKP’ê li ber berxwedana gel rûxiyaye.
AKP’ê di 21 salên desthilata xwe de ku hewl dide komarê veguherîne komareke îslamî.
Her wekî polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê yên li hemberî kurdan kûrtir kir.
Desthilata AKP’ê, gava pêvajoya diyalogê ya di navbera Birêz Abdullah Ocalan û şandeya dewletê de dewam dikir.
Di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK)ya 30’yê Cotmeha 2014’an de, biryara konseptekeşer a li hemberî kurdan girt.
Di vê civînê de ku rojeva wê ya veşarî polîtîkayên “qirkirin û înkarkirina” kurdan bû.
Konsepteke wekî ya modela Srî Lankayê, konsepta “qirkirinê” hat amadekirin.
Ev konsept paşê berpêşî Daîreya Stratejî Planê ya Serfermandariyê hat kirin û navê “Plana Çokşikandinê” lê hat kirin. ”
Armanca ‘plana çong danînê’
Siyasetmedar Irmak destnîşan kir ku di êrişên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê ruhê “serîhildanê” derketiye holê û wiha pê de çû:
“Tişta herî zêde dewletê tirsand û kir ku serî li ‘Plana Çokşikandinê’ bide.
A rast ev yekîtiya kurdan bû û ruhê berxwedaneke hevpar bû ku dîtin dê kurd statuya xwe bi dest bixin û dawî li pêvajoya qirkirinê bê.
Dewlet beşeke welatiyên xwe wekî dijmin hesiband û ji bo qirkirina wan planeke erjeng çêkir. ”
“Ên plan pêk anîn rûxiyan”
Selma Irmak bilêv kir ku li Kurdistanê hê jî “Plana Çokşikandinê” di meryetê de ye. Lê em ê pilanê birûxînin.