Bi balafirên bê mirov êrîşê baregeha Amerîka ya li Şedadê hat kirin

Koma Meqawmeya Îslamî ya li Iraqê (Koma Berxwedana Îslamî) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan baregeha Amerîka ya li bajaroka Şedad a girêdayî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi du balafirên bê mirov kirine armanc.

Koma Meqawmeya Îslamî ya li Iraqê bi daxuyaniyek ragihand, wan bi du balafirên bê mirov baregeha Amerîka ya li bajaroka Şedad ya dikeve başûrê Hesekê hedef girtine.

Derbarê encamên êrişê de ti agahî nehate parvekirin.

Hêjayî gotinêye ku piştî gurbûna şerê navbera Hamas û Îsraîlê de, di nava rojên borî de gelek caran baregehên leşkerî yên hêzên Amerîkayê yên li Suriye û Iraqê hatin hedef girtin.

Ev yek jî metirsiya berfirehbûna şer a li herêmê zêde dike.

Back to top button