Rêxistina Efû ya Navnetewî: DYA ji ber kuştina sivîlana li Efxanistanê pêwiste hesab bide

Rêxistina Efû ya Navnetewî ragihand ku pêwiste DYA ji ber kuştina sivîlan a li Efxanistanê hesab bide.

Artêşa DYA roja Yekşemê li dijî maşîneyeke ku tê îdiakirin bombebarkirî bû êrişeke hewayî pêk anî.

Di encamê de ji heman malbatê 6 jê zarok 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Rêxistina Efû ya Navnetewî yê beşê DYA Paul O’Brien li ser mijarê daxuyaniyek weşand û wiha got:

Bi ti awayî hesab ji kesên êrişa hewayî pêk aniye nayê xwestin.

DYA bi salan li Afganistan, Pakistan, Sûriye û Somaliyê sivîlan dikuje.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) mecbûr e ku navên miriyan eşkere bike, kiryarên wan qebûl bike, lêpirsînê bike û tazmînatê bide malbatên kesên hatine kuştin.”

Paul O’Brien ji rêveberiya Serokê DYA Joe Biden daxwaz kir ku piştperdeya êrişê zelal bike.

O’Brien diyar kir ku di paşeroja Efxanistanê de nayê zanîn ka wê DYA çi bike.

Back to top button