Dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker, şandina çekan bo Idlibê zêde kiriye, herî dawî 25 maşîneyên leşkerî şandin herêmê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Dewleta dagirker ev karwan derbasî nuqteyên leşkerî yên li Til Şêx Temam li Cebel El-Zawiyê kir.

Bi vê yekê, jimara giştî ya maşîneyên leşkerî ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha bû 4 hezar û 405 maşîne.

Back to top button