MSD, komxetabat xwe ya 11. li herêma Derê Zorê li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk/MSD, komxetabat xwe ya 11. li herêma Derê Zorê li dar xist. 

MSD’ê, duh komxebata xwe bi beşdarbûna siyasetmedar, rewşenbîr, şêx û rûspiyên herêma Dêra Zorê dest pêk kir.

Komxebat bi dirûşmeya”Garantiya hemwelatîbûnê û mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeke yekgirtî, pêxistina Rêveberiya Xweser û sivîl” pêk hat.

Di komxebatê de, diyalogên Sûrî-Sûrî û yên Kurdî û bandora wan li çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.

Rola gelê herêmê di avakirina Rêveberiya Xweser û pêxistin saziyên wê de jî bû mijara giftûgoyê.

Hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş di komxebatê de axivî û got:

“Rêveberiya Xweser hewl dide bi hemû hêza xwe deste û saziyên xwe bi pêş bixe, lew re ew ê hemû kesên gendeliyê dikin ceza bikin.”

Back to top button