Meclisa Jinên Ereb a Şengalê bi daxuyaniyekê lihevkirina PDK’ê, Tirkiyê û Iraqê ya li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir, ew ê nirxên hatine afirandin biparêzin.
Meclisa Jinên Ereb a herêma Şengalê, li gundê Bîrcalê yê bajarokê Medîbanê daxuyaniyek da.
Meclisê diyar kir ku armanca desthilatdarên mîna PDK’ê, têkbirina ewlehiya Şengalê ye û bi komplo û lîstikan careke din dixwazin vîna gelan bişikînin.
Meclisa Jinên Ereb a herêma Şengalê di dawiyê de got:
Bi yekîtî û biratiya navbera ciwanên pêkhateyên Ereb û Êzidî de, em ê xwe biparêzin.
Weke jinên vê herêmê jî, em ê li nirxên ku hatine avakirin, xwedî derkevin û li pêşiya lîstok û biryaran bisekinin.