KON-MED’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn eşkere kir

KON-MED’ê, encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn ku 25’ê Hezîranê li dar xist, eşkere kir.
Di encamnameyê de xalên sereke yên derketine pêş: Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo lidarxistina bername û çalakiyan
ji bo naskirina rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûri û Şengalê meşandanina xebatan
Û Daxwaza rakirina qedexeya li ser Tevgera Azadî ye.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) ku saziya sîwan a Civakên Kurdistanî yên li Almanyayê ye, 25’ê Hezîranê Kongreya xwe ya 3’yemîn a asayî bi tevlêbûna 400 delegeyan pêk anî.

Di kongreya KON-MED’ê de rêxistinkirina civakê her wiha ji nû ve avakirina pergala Konfederalizma Demokratîk weke karên esas hatin destnîşankirin.

Kongre diyarî Şehîd Evîn Goyî hate kirin ku 23’yê Kanûna 2022’an li Parîsê hat qetilkirin.

Di çarçoveya niqaşên li ser pêşniyaz û rexneyan de encamek derket holê.

KON-MED’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn wiha eşkere kir:

  • KON-MED, ewlehî û azadiya Rêber APO, wekî ewlehî û azadiya gelê Kurd li her çar parçeyan û li derveyî welat dimîne û xebatên di vê warî de dike rojeva xwe ya sereke.
  • Di çarçoveya pengava ku bi şiara ‘Dem dema azadîyê ye’ de her meh li ser bingeha parêznameyên Rêbertiyê mijarek were nasandin, çalakî û bername bêne lidarxistin.
  • Ji bo teşhîrkirin û jiholêrakirina faşîzma AKP-MHP’ê û xiyaneta PDK’ê ya li Kurdistanê, xebatên siyasî û dîplomatîk werin kirin.
  • KON-MED’ê piştgiriyê dide federasyonbûna demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriyê.
  • Nasîn, danasîn û avakirina vê pergalê ya di qada navneteweyî de, wek qada xebatê ya sereke diyar dike
  • Bi piştgirîdayîna ji îradeya azadîxwaz û xwebirêvebirina gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re.
  • Ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bang li civaka navneteweyî dike ku “Statuya Xweseriya Demokratîk a Şengalê” nas bike.
  • Daxwaz dike ku qedexeya li ser Tevgera Azadiya Kurd bê rakirin.
  • Bangawaziyê dike ku dawî li siyaseta teror û krîmînalîzekirina sazûman û siyasetmedarên Kurd were.
Back to top button