Konê koçberiyê kiriye mîna mala xwe ya dagirkirî

Senaa El Xidir ciwaneke koçber a ji Serêkaniyê ye, konê ku tê de bi cih bûye, xemilandiye û şibandiye mala xwe ya dagirkirî.

Senaa ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve di wî konî de ye.

Senaa tevî malbata xwe ya ji 10 kesan pêk tê li bin kon bicih dibin.

Mala Senaa ya li gundê Menacîr ê Serêkaniyê ji bîra wê dernakeve.

Lewma xwest konê tê de dijî, wekî mala xwe ya dagirkirî bixemilîne.

Senaa tevî dayik û bavê xwe hêdî hêdî guhertin di konê xwe de çêkir.

Wan qumaşên rengîn li konê xwe xistin.

Refik bi textan çêkirin û kulîlk tê de bi cih kirin.

Senaa û malbata xwe li pêşiya konê xwe jî dar û kulîlk çandine.

Senaa dibêje : Daxwaza min ew e ku dagirkerî bi dawî bibe.

Em vegerin malên xwe û wekî berê bi ewlehî û aramî bijîn.”

Back to top button