Asayîş: 23 endamên şaneyên DAIŞ’ê LI kampa Holê hatin girtin

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ bi hemû hêza xwe dewam dike.
Asayîş ragihand ku di 2 rojên dawî yên operasyonê de 23 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandina Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 11 û 12‘an a operasyonê ragihand.

Asayîşê eşkere kir ku hêza wan di du rojan de 6 ji wan jin, 23 endamên şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Her wiha 7 xendek dîtin û 8 cihên ku DAIŞ’iyan ji bo perwerde û îşkenceyê bikar dianîn rûxandin.

Asayîşê ragihand ku gelek alav û çek jî di bin erdê de hatin dîtin, ew jî ev in:

4 bombeyên destan, 388 fîşeng, 3 cercûrên çeka kilaşînkov, 4 çenteyên leşkerî,

hejmarek ji xetên peywendiyê û kartên memorî û laptopek.

Back to top button