Li Hesekê 2 roj in çalakiya konvedanê dewam dike

Li dijî êrişên rojane yên li ser herêmê û ji bo şermezarkirina komkujiya li Kobanê, gel bihêrs e.
Bi vê armancê, li Hesekê du roj in konê çalakiyê hatiye vegirtin.

Çalakî ji aliyê jinên ciwan ên herêmê ve hatiye birêxistinkirin.

Duh çalakî se’etên sibehê dest pê kir.

Îro jî çalakî di roja duyan de ye.

Armanc jê ew e êrişên dawî yên li ser herêmê ku rojane tên kirin, şermezar bikin.

Taybet êriş û komkujiya dawî ya li Kobanê ku ji aliyê dronên Tirkiyeya dagirker ve pêk hat.

Di vê komkujiyê de, 6 ciwan şehîd bûn.

Ji bo piştgiriya çalakiyê jî şêniyên Hesekê, sazî û rêxistinên herêmî jî beşdar dibin.

Back to top button