JI YSK BIRYAREK ECÊB: EM Ê MAZBATAYÊ NEDIN KESÊN BI KHK’Ê HATIN ÎXRACKIRIN

Tevî ku encamên hilbijartina herêmî derket jî, lê AKP’ê mazbateyan nade Hevşaredarên HDP’ê yên bi ser ketine. Herî dawî jî biriyarek ecêb ji Desteya Bilind ya Hilbijartinê YSK derket. YSK’ê ragihand ku mazbata nadin hevşaredar û serokên şaredariyê yên di hilbijartina 31’ê Adarê de hatine hilbijartin û yên bi biryara Hikumê Qanûnê ji kar hatine dûrxistin. Mazbata wê bidin kesên di rêza duyemîn de bi serketine.

Li Tirkiyê piştî hilbijartinê jî hîna rewşa aloz li dar e.

Desteya Bilind a hilbijartinê YSK’ê ragihand ku ew ê mazbatayê nedin kesên bi biryara hikmê qanûnê hatine îxrackirin û di hilbijartina 31’ê Adarê de hatine hilbijartin.

Desteya Bilind a hilbijartinê, diyar kir ku ji dêvla kesên bi biryara hikmê qanûnê hatine îxrackirin û bûne hevşaredar wê mazbatayê bidin kesên di rêza duyemîn de.

Yek ji van îtirazan namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû yê di rêza duyemîn de li Rezanê deng bi dest xistî, serî li YSK’ê da.

Balkêş e, di rêza duyemîn de dengên herî zêde hatine bi dest xistin, namzetên AKP’ê ne.

Herî dawî jî Erdogan ê ku piştî hilbijartinê binketina xwe bi çavan dîtiye, daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Stenbolê kir.

Leave a Reply

Back to top button