6 mehên din jî hevdîtina parêzeran ji Rêber Apo re hat qedexekirin

Dewleta tirk a dagirker cezayê nû yê qedexeya hevdîtinan bi Rêber Apo re ragihand.
Li gorî cezaya nû 6 mehên din jî mafê hevdîtinê hat qedexekirin.
Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê-HEDEP têkildarî rewşa tecrîdê serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da û xwest tavilê serdana Girava Îmraliyê bê kirin.

Dewleta tirk a faşîst qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêber APO re 6 mehên din dirêj kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê xwestin hinceta biryara qedexeyê hîn bibin

Li ser vê yekê mînaka dosyayê a derbarê biryarê de xwestin.

Lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir.

Parêzeran, li dijî biryara qedexeyê li dadgeha bilind îtîraz kirin lê ev îtîraz jî hat redkirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ew ê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Ev biryara qedexeyê piştî serlêdana Buroyê a li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê derket holê.

Di 6’ê mijdara 2023’yan de parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Dadgeriya dabûn.

Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê Cotmeha 2023’yan de cezaya nû ji bo 6 mehan hatiye birîn.

HEDEP têkildarî tecrîdê serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da

Tecrîda li dijî Rêber Apo ku ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve dewam dike rastî nêrazîbûn û bertekên tund tê.

Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê-HEDEP têkildarî rewşa tecrîdê serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da.

HEDEP’ê: Divê tavilê serdan li Îmraliyê bê kirin

HEDEP’ê ji komîsyonê xwest tavilê serdana Girava Îmraliyê bê kirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên Tirkiyê pirsgirêka kurd e û ev tişt hatin gotin:

“Li ser navê meşandina tecrîda mutleq, li Tirkiyeyê nirxên hiqûq û exlakî hatine sînorkirin.

Di vê çarçoveyê de eşkere ku israra di çareseriya pirsgirêka kurd de bi nêzîkatiyên leşkerî û ewlekariyê re rê li ber gelek binpêkirinên mafên mirovan vekiriye.

Ji bo bidawîkirina van binpêkirinan HEDEP’ê di dawiya serlêdanê de bang li Komîsyona lêpirsînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê kir kur bikeve nava liv û tevgerê û got:

Komîsyon divê demildest serdana Girava Îmraliyê û li gel vê yekê divê parezer û şandeyeke siyasî jî demildest serdanê bikin.

https://anfkurdi.com/rojane/koma-meclise-ya-hedep-e-dive-tavile-serdan-li-Imraliye-be-kirin-175882

Back to top button