Hikumeta Almanya ji bo zêdetevgera mît’ê, hişyarî da Enqereyê

Ji bo zêdetevgera istixbarata dewleta Tirk li ser erda wê, Almanya hişyariyê dide Enqereyê.

Hikumeta Alman ragihand ku “di Îlona borî de, desthilatên Tirkî parêzer Yilmaz S li balyozxaneya wan ya li Enqereyê binçav kir.

Li gorî hikumetê, ev parêzer belgeyên penaberên Tirk di dest wî de hebûn, ji lew istixbarata Tirk balê dikişîne ser van penaberan.

Weke hat zanîn, di nav van penaberan de, dijberên Erdogan hene, ango endamên Tevgera Gulen.

Hikumeta Alman her wiha diyar kir ku, “tê payîn MÎTa Tirk çalakiyên xwe yên sîxurî û hejmara sîxuên xwe zêdetir bike û êrîşan li dijî penaberên Tirk li Almanyayê pêk bîne.”

Li gorî rojnamayeke Almanî, wezareta derve ya Almanyayê hevkariya xwe bi parêzerên Tirk re qut kiriye, da nebin armanca rejîma Erdogan.

Binçavkirina parêzer Yilmaz S û tawanbariya wî bi sîxurtiyê, nakokiyek mezin di navbera Berlîn û Enqereyê de çêkir.

Back to top button