Ji bilî Corona, “H5N1” ango şewba çûkan jî li parêzgeheke Çînê peyda bûye.
Wezareta Çandiniyê duh ragihand ku şewba çûkan ji baxçeyekî navçeya Chaoyang a parêzgeha Hunanê derket, lê heya niha li nava xelkê parêzgehê belav nebûye.
Li gorî wezaretê, desthilatên herêmî 17 hezar û 828 mirîşkên nexweş kuştin.
Sala 1996an, “H5N1” yekemcar li Çînê belav bû.
Ev virus tadariyê digihîne pergala bihndanê ya çûkan û vedide mirovan jî.