Li paytexta Romanya Bukreşê xelata herî baş wergirt

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya ‘Film in Focus’ de, ku li paytexta Romanya Bukreşê hat lidarxistin de, belgefilma “Hêza” hêjayî xelata belgefilma herî baş hat dîtin.

‘Hêza’ qala çîroka jiyana jineke Êzidî dike ku dema DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir û dîl hate girtin:

Piştî ku tê rizgarkirin di nav YPJ’ê de cih digire û têdikoşe.

Ev belgefilm beriya niha li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata belgefilma herî baş girt.

Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûkê ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê hat lidarxistin xelata serketinê girt

Li Festîvala Xelatên Fîlman a Jinê ya Serbixwe ya Los Angelesê jî xelata belgefilma herî baş, ji fîlmê ‘Hêza’ re hatibû dayîn.

Bi xelata li Festîvala ‘Film in Focus’ re bûn 4 xelat ku belgefila ‘Hêza’ xelata herî baş werdigire.

Derhêner Derya Denîz anî ziman ku ew van xelatan hemûyan diyarî gelê Kurd, Êzidî û bi taybetî jî jinên Şengalê dike ku di rojên zor û zehmet de her tim li ber xwe didin.

Back to top button