Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê ji Newroza Qendîlê re peyamek şand û anî ziman ku sedsala 21’an sedsala azadiya jinan e.
KJK’ê ji Newroza Qendîlê re peyamek şand û got:
Em hemû vê peyamê radigihînin, kes nikare hebûn û azadiya me înkar bike, kes nikare roja me tarî bike.
KJK’ê diyar kir ku Sedsala 21’an sedsala azadiya jinane, şoreşa jinan bûye eniya têkoşîn û daxwaza azadiyê ya cîhanê.
Rêber Apo di dîroka têkoşîna xwe de bi dijbertiya zihniyeta zilamsalariyê ev yek îspat kir, siyaset û rêvebirin erkê civakê ye û ji bo vê jî jin pêşengtiya vî erkî dikin.
KJK’ê di dawiyê de anî ziman ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû qadên civakê, cîhan û herêmê ji bo jinan bû îlham.