Asayîşa Silêmaniyê Konsera Yekîtiya Netewî asteng kir

Asayîşa Silêmaniyê destûr neda Konsera Yekîtiya Neteweyî ya ku dihat payîn sibê bi beşdariya hunermendên her 4 beşên Kurdistanê pêk were.

Rêxistina Niwêger a ji bo Geşepêdana Hunerê li navenda xwe ya Silêmniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Asayîşa Silêmaniyê Konsera Yekîtiya Neteweyî ya ku wê sibe bihata lidaxistin asteng kir.

Komîteya Amedekar diyar kir tevî ku wan destur ji Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê û Walîtiya Silêmaniyê standine jî lê Asayîşa Silêmaniyê bi hincetên siyasî konsera wan asteng kir.

Rêxistina Niwêger ya ji bo Geşepêdana Hunerî astengkirina Asayîşa Silêmaniyê şermezar kir û ragihand ku ev yek xizmeta dewleta Tirk a faşîst û dagirkerên Kurdistanê dike.

Rêxistina Niwêger ragihand ku wê konserê betal nekin û di demeke din de lidar bixin.

4 hunermendên her 4 beşên Kurdistanê ‘Nasir Rezazî, Mizgîn Tahir, Şîlan Osman û Kawa’ wê ji bo yekîtiya netewî li Silêmanî, Ranye û Kelarê, di navbera 20-24’ê îlonê konser bidana.

Back to top button