Helwesta Sadr ya ji bo hikumetê eşkere bû

Li nava Iraqê reşa bêdengiyek metirsîdar heye.
Nêzî saleke hilbijartina parlamentoyê pêk hatiye lê heta niha ne Serokomar û ne jî Serokwezîr ne hatine diyarkirin.
Parlamenterek Hevpeymana Fetih diyarkir ku Sadr bi nameyek xwestiye proseya pêkanîna hikumetê ji bo piştî çileya Îmam Hisên were paşxistin û got;
“Hewayek lihevkirinê di navbera Tevgera Sadr, Hevpeymana Serwerî û Kurdan ya ji bo pêkanîna hikumetê heye.”

Li Iraqê zêdetirî 11 mehin hilbijartin pêkhatine, lê ne serokkomarê nû hatiye hilbijartin ne jî hikumet hatiye avakirin.

Aloziya di navbera aliyên siyasî de dewam dike.

Heta niha ji bo hilbijartina serokomar, Kurdan lihevnekiriye, ji bo pêkanîna hikumetê jî aliyên siyasî lihevnekirine.

Derbarê hewldanên ji bo pêkanîna hikumetê de, parlamenterê Iraqê Muîn Kazimî yê Hevpeymana Fetih ji Rojnews re axivî.

Muîn destpêkê sedema rawestandina civînên Muqteda Sadr ya bi aliyên siyasî re eşkere kir û got;

“Sadr bi nameyek ji hemû aliyên siyasî xwestibû guftugoya ji bo pêkanîna hikumetê bikeve piştî çilrojiya Îmam Hisên.”

Muîn di dewama axaftina xwe de dibêje;

“Aliyên Sunî û Kurd ji bo pêkanîna hikumetê ya bi Çarçoveya Hemahengî re amadene û hewayek lihevkirinê di navbera Tevgera Sadr, Hevpeyaman Serwer û Kurdan ya ji bo pêkanîna hikumetê heye.”

Parlamenter Muîn Kazim di dawiyê de jî ev tişt anî ziman:

“Rayedarên siyasî yên PDK’ê ragihandine ku Tevgera Sadr razî bûye, pêşwazî li serdana Mihemed Helbûsî, Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî bike.”

Back to top button