Hikumeta Rûsyayê garantiya xwe ji bo danûstandinên di navbera Kurd û rejîma Sûriyê de ragihand.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Rûsya amade ye di navbera Kurd û rejîma Sûrî de rola gerantor bilîze.
Zakharova diyar kir ew ê danûstandinên di navbera wan de hêsan bikin û belkî misogeriya vê yekê jî bikin û got:
Eger herdu aliyan li hev kir, em ê peymanên navbera wan pêk bînin.
Der barê tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji bo artêşa Sûrî jî, Wezîra Rûsî anî ziman ku ev yek karê herdu aliyan e û divê bi awayekî rasterast vê meselê çareser bikin.