Rojnamevanê Kerkûkê: Revandina Silêman Ehmed wê bibe xalek reş li ser hikûmeta herêmê

Bertek û helwestên li dijî revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed her ku diçe zêde dibin.
Rojnamevanên Kerkûkê diyarkirin ku revandina Silêman Ehmed wê bibe xalek reş li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê û wiha gotin: “Divê demildest aqûbeta Silêman Ehmed were diyarkirin û berdan.”

Rojnemevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin, ev 17 rojin tu agahî jê nayê girtin.

Di vê çarçoveyê de rojnamevanên Kerkûkê ji Rojnews’ê re fikar û gumanên xwe yên di derbarê mijarê de anîn ziman.

Rojnamevan Rêbaz Sebah destnîşan kir ku wek rojnamevanên Kerkûkê daxwaza diyarkirina çarenûsa Silêman Ehmed dikin û di zûtirîn dem de were azadkirin.

Rêbaz diyar kir ku ev girtina silêman ehmed dê bigihêje hemû cîhanê û li derve jî wê bibe xalek reş li ser hikûmeta başûrê Kurdistanê.

Rojnamevan Xebat Necmedîn girtina Rojnamevan Silêman Ehmed bi binpêkirina yasayê bi nav kir û wiha got:

“Nabe ku rojnamevanek ne li gorî yasayê were girtin.

Ji ber ku ev yek dibe sedem ku ev welat û netew bikeve nav ne aramiyê de.

Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê xalên ku gelek caran rêxistinên navdewletî di derbarê binpêkirina mafên mirovan û bi taybet rojnamevanan de, hişyarî dane Hikûmeta başûrê Kurdistanê berçavan re derbas bike..”

“Li herêma dibin destê PDK’ê de azadiya fikir û raman nîne”

Rojnamevan Aras Îbrahîm behsa siyaseta PDK’ê ya li beramberî rojnamevanan û dengên azad kir û got:

“Siyaseta PDK’ê dişibe siyaseta dewleta Tirk a dagirker.

Silêman Ehmed ji ber ne ji desthilatê re kar dikir, tometên ji ber xwe de çêkirî dixin ser.”

Tişta ew dixwazin ewe ku her kes di xizmeta binemal, hizb û fikra wan de be ku ew bi xwe jî destê dagirkeran digrin û tînin ser xaka Başûrê Kurdistanê.

“Divê çarenûsa rojnamevan Silêman ji bo raya giştî were eşkerekirin”

Back to top button