Rêxistina Efû..kesên ku vedigerin Sûrî tên revandin û êşkencekirin

Rêxistina Efû ya navdewletî ya mafê mirovan derbarê koçberên Sûrî ku vedigerin li ser axa xwe raporek nû parvekir û diyar kir ku kesên vedigerin tên revandin, rastî destdirêjî û tundiyên tên.

Ev demeke taybet jî hin alî ji bo vegera koçberên Sûrî propaganda dikin.

Tam di vê demê de Rêxistina Efê Mafê Mirovan a Navdewletî derbarê vegera koçberên Sûrî yên ku çûnê Tirkî, Lûbnan, Fransa, Almanyayê raporek nû parvekir.

Li gor rêxistinê koçberên ku di navbera salên 2017-2021 de li welatên navborî vegeriyane li Sûrî, ji aliyên hêzên li deverên sûrî rastî, êşkence, testdirêjî, revandin, kuştinê hatine.

Rêxistinê diyar kir ku nav de 13 jê zarok 66 kes rastî êşkenceyê hatine.

5 kes di bin çavan de hatine kuştin. Rewşa 17 kesan jî nediyar e,wendahî ne.

7 jinên ku temenê wan di navbera 13-19 salî de rastî destdirêjiyê hatine.

59 kes jî bi awayek keyfî rojane xistine binçavan û li beramberî pereyan hatine berdan.

Back to top button