Leyla Murad: Ew çi bikin jî em dev ji Şengala xwe bernadin

Dewleta Tirk ya dagirker salek berê îro êrişî nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê kir. Di bombebarana balafirên şer de 8 kes şehîd bûn. Jina Êzidî Leyla Murad şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê bi bîr anî û got, “Ew çi bikin jî em dev ji Şengala xwe bernadin”.

Şengal di nava 8 salan de tevî birînên xwe yên fermanê jî, ji warê fermanê veguherî warê jiyana azad.

Lê dewleta Tirk û PDK’ê ji bo ku civaka Êzidî Şengalê vala bike, piştî fermanê jî her tim êrişê civakê kir.

Di encama vê hevkariya qirêj de bi dehan caran Şengal rastî êrişên ezmanî hat.

Di 17’ê Tebaxa 2021’an de dewleta Tirk bi balefirê bê mirov êrişî Nexweşxaneya Sikêniyê kir.

Di encama êrişa Nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kes şehîd bûn ji vana 4 kedkarên tendirustiyê, 4 şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb û Êzidî bûn.

Bi boneya salvegera êrişa li ser nexweşxaneya Sikêniyê, jina bi navê Leyla Murad axivî û got:

Me di fermanê de zehmetiya tevahî emrê xwe dît.

Dayê Leyla Murad diyar kir ku ji her deverê kes dihatin nexweşxaneya Sikêniyê.

Leyla da zanîn ku li pêş çavên cîhanê li Nexweşxaneya wan xistin.

Dayê Leyla bi van gotinan heskirina xwe ya ji Şengalê re pênase kir:

Heta yek ji me hebe, heta zarokek li ber singa dayika xwe hebe, em dev jî Şengalê bernadin.

Şengala me taca serê me ye, şengala me ji hertiştî şirîntir e.

Back to top button