Ebrû Gunay: Rêya çareseriyê Ocalan e, divê tecrîd bi dawî bibe

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Ebrû Gunay derbarê kirîzên li Tirkiyê axivî û got ku navnîşana çareseriyê Rêber Ocalan e û divê tecrîd bi dawî bibe.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîaşn kir ku siyaseta dijminantiyê ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li her qadê dewam dike, lê wê HDP bêdeng nemîne.

Ebrû Gunay diyar kir ku heman polîtîkayên êrîşkar yên desthilata Tirk di girtîgehan de jî dewam dike û got,

“Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de, ji bo bi dawîkirina tecrîda ser Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Divê desthilatdarî daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku sedama hemû krîzên li welat tecrîda li Îmraliyê ye.

Ebrû Gunay anî ziman ku rêya xelasiya welat û avakirina siyaseta demokratîk bi guhdarkirina Ocalan re derbas dibe
û got, Divê ev tecrîda nehiqûqî û bêexlaq ji holê rabe û rêyên diyalogê bê vekirin.

Back to top button