Li Şehba cenazeyê Endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmekî li gorisana şehîdan hate oxir kirin.
Di merasimê de peyam hatin dayînû hate gotin ew ê têkoşînê berdewam bikin heta Efrîn û hemû deverên dagirkirî rizgar bikin.
Îro li Şehabyê Merasîmên oxirkirina şehîdan hebû.
Endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir Cemîl Nasan û Îsamîl Hesen 8′ê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê şehîd bûn.
Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û birin Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê.
Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê û rizgarkirina Efrînê dan.
Paşê wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Dawiyê de Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.