Projeyên qîrkirina rêyan bi dawî dibin

Desteya Rêveberiyên Herêmî xebatên xwe yên sererastkirin û qîrkirin rêyan û çêkirina rêyên nû dewam dike.
Desteyê diyar kir ku projeyên qîrkirina rêyan di qonaxên xwe yên dawîn de ne.

Çavdêrê Gerînendetiya Rêyên Navendî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî Keleş Xelîf axivî.

Keleş Xelîf diyar kir ku deste îsal gelek proje dan destpêkirin;

Rêya Embara bi dirêjahiya 10 kîlometre di destpêka Tîrmehê de da destpêkirin.

Ev rê Qamişlo û rêya M4′ bi hev ve girê dide.

Xebatên qîrkirina rêyên Reqa-Hesekê (Rêya Selam) beriya 2 salan dest pê kiribû, dewam dikin.

Niha jî rê di qonaxa dawîn de ye.”

Xelîf destnîşan kir ku piranî proje sererastkirina rêyên kevin in; mîna rêya M4-Kevir Spî.

Keleş Xelîf da zanîn ku Komîteyên şopandinê yên ji gelek endazyaran pêk tên, van projeyan dişopînin.”

Back to top button