Mifteya çiyayan di destê gerila de ye

Mifteya çiyayan ya hemi heyaman di destê gerila de.
Qîrîna çiyê tê ber guhê min.
Dengê bombeyan, bêhnên cuda. Dengê hevrêyên min têne min, li aliyê din jî qîrîna çiyê.

Gerîla di hembêza çiyê de li ber xwe dide. Di navbera çiyê û gerîla de têkiliyek heye. Çiya wan, ew jî çiyê diparêzin, xwedî dikin. Carna mîna dayikekê wan vedişêrin. Carna jî dibe qadeke kûrbûnê.

Carna dibe rê ji rêwiyên azadiyê re, dibe hevrê. Bi heman rengî gerîla jî çiyê dijî. Yên ku wateya herî bedew, herî hêja li çiyê dikin gerîla ne.

Yên çiyê hîs dikin, pê re dijîn, bi wate dikin û dîrokê pê re vedişêre, gerîla ne. Ji ber vê yekê çi bi serê çiyê ve bê, bi serê gerîlayên azadî jî tê.

Di navbera gerîla û çiyê de têkiliyeke xurt a hezkirinê heye. Ev têkilî ne dimire, ne jî bêdawî ye.

Mîna yekbûna ruhên navbera Xweda û mirov de. Ev hezkirina mezin bi ruh re dibe yek.

Gerîla ewqasî ji welatê xwe, xak, çiyayên xwe hez dikin ku aşiqê her kulîlk û ava li çiyê ne. Aşiqê her bihosta xaka xwe ye, lewma di oxira wê de şer dike.

Berdêla hezkirina mezin ewqasî giran tê dayin. Welat, xak, gel û hezkirina azadiyê ewqas berdêlên mezin jê re divê.

Gerîla bêdudilî vê berdêlê didin. Ji bo yekbûna xwe ya bi çiyê re tune nebe, şer dike.
Haya dijmin ji vê hezkirinê, ji vê daxwaza mezin a têkoşînê heye.

Bêguman zane ku çiya hevrêyên Baz û Helbest e.

Ji ber vê yekê bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe dixwaze tune bike. Gelo yên ku vê dibînin û hîs dikin tenê gerîla ne? Gelo yên ku dibêjin ev pêvajo ne asayî ne tenê gerîla ne?

Di nava şer de ku zêdeyî 6 meh in dewam dike, çekên kîmyewî yên têne bikaranîn ruhê çiyê ji holê radikin.
Teht dişikên, zindiyên bi salan di nav de bûn tune dibin. Pezkovî êdî pêşiya xwe nabînin.

Kes dengê nalîna daran nabihîze. Tenê şervanên azadiyê wan hîs dikin, li gel wan şer dikin.

Li dayikekê bifikirin; eger tu li pêş çavên wê canê zarokê wê bistîne wê çi bike? Gelo tarûmarkirina çiyê û gerîla vê hestê dide çend kesî? .

Gerîla ku hêviya gelekî di hembêza xwe de hildigire û ji bo pêkhatina vê hêviyê canê xwe feda dikin, îro li nava tunelan bi îradeyeke mezin şer dikin. Têkoşîna gelê Kurd a di vê rêyê de wê encama vî şerê man û nemanê diyar bike.

Back to top button