Di rojnameya Almanî ya herî mezin de banga ‘ji Ocalan re azadî’ hate kirin

Di hejmara îro ya rojnameya Alman Dîe Tageszeîtûng (TAZ) de banga kampanyaya, ”Dem Hatiye ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” ya sendîkayên Brîtanî hate weşandin.

Sendîkayên Ingilîz ku ev yek di rojnameya Almanî de dan weşandin, îşaret bi rewşa li Rojhilata Navînkirin kir û weke xelasiya jî vê rewşê jî Rojavayê kurdistanê ku li ser fikrê Ocalan tê meşandin weke mînak nîşan da.

Sendîkaya Unîte the Unîon a herî mezin a Brîtanyayê ku 1.5 milyon endamên wê hene û Sendîkaya Kar a Giştî GMB’ê ku 700 hezar endamên wê hene, ev demek e pêngava bi navê ”Ji Ocalan re azadî” bi rê ve dibin.

Sendîkayên Brîtanyayê di çarçoveya pêngava ku ji bo azadiya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin de, bi gotina ”Dem hatiye” lînkek belav kir.

Sendîkayên Brîtanyayê ji bo ku ev banga wan li Almanyayê jî berbelav bibe, rojnameya rojane ya herî li pêş Die Tageszeitung Dî Tagz-taytun agahdar kiriye.

Rojnameyê jî rûpelekî sax ji bo bangê veqetand.

‘Ocalan Rojhilata Navîn de hêza çareseriyê ye, dema azadiya Ocalan hatiye’

Sendîkayên Brîtanyayê di bangê de bi bîr xist ku ji sala Ocalan hatiye girtin û vir ve, li Rojhilata Navîn ev 20 sal in şer, dagirkerî û êrîş didomin.

Sendikayên Brîtanyayê diyar kir ku Ocalan kilîda çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e.

Sendikayan bal kişand li ser felsefeya Rêber Apo jî û gotin:

“Rêber Ocalan, xwediyê fikra konfederalîzma demokratîk e ku li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) pêk hatiye.

Bi saya vê felsefeyê, herêmekê ku bi şer diheje, Rojava bûye sembola demokrasî û azadiyê.

Her wiha em bawer dikin, bi azadbûna Abdullah Ocalan, rageşiyên li Rojhilata Navîn ku dewleta Tirk pêşengtiya wî dike, wê bi dawî bibin.

Êdî dema azadiya Ocalan hatiye”

Unîte the Unîon û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) ku pêşengiya pêngavê dikin, 48 sendîkaya di nav de ne û Yekîtiya Sendîkayên Karker ku temsîla 5,5, milyon mirov dikin, rêxistina herî mezin a Brîtanyayê ye.

Her wiha bi dehan sendîkayên karkeran biryar li ser dan ku ji bo azadiya Ocalan çalak têbikoşin.

Back to top button