Êlên Şedadê: Em bi pêngava QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê re ne

Êlên Ereb ên navçeya Şedadê, yên Dêra Zorê û bajarokê Mergedayê, piştgirî dan pêngava “Têkbirina Terorê” ya Hêzên Sûriya Demokratîk. Şêniyan jî daxwaz ji QSD’ê kir ku nehêlin careke din çeteyên DAIŞ’ê li herêmê teqînan pêk bînin.

Li ser daxwaz û bangawaziyên şênî û êlên herêmê, Hêzên Sûriya Demokratîk 4ê Hezîranê dest bi pêngava li dijî şaneyên DAIŞê ya bi navê “Têkbirina Terorê” kir.

Têkildarî mijarê, rûspiyê êla El-Fadil Munaf El-Reca diyar kir ku çeteyan bi rêya motorsîklêtên bomberbarkirî di nava sivîlên bajarokê Mergede de teqîn pêk anî û ewlehiya heremê xistibûn xeteriyê.

El-Reca got:

“Em wek êlên herêmê, desteka pêngava leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk- QSD’ê dikin.

Em bang li hêzên ku tevlî pêngavê bûne dikin, ku beyara di navbera Deşîşa û Dêra Zorê de ji terorîstan paqij bikin û me ji teqînên domdar ên çeteyan xelas bikin.

Nûner û berdevkê Êla El-Bû Hesûnî Hesen Hisên El-Ehmed jî diyar kir çeteyên DAIŞ’ê ji bo armancên dewletên derve pêk bînin, hewl didan fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin.

Şêniyên bajarokê Mergedayê: Divê QSD’ê hîn bi pêş ve biçe û pêşî li tevgera DAIŞ’ê bigire

Amir Hesen ê ji gundê Sefawiyê yê bajarokê Mergeda jî pêngava QSD’ê weke pêngaveke erînî pênase kir û daxwaz kir ku QSD zêdetir bi pêş ve biçe û pêşî li tevgera DAIŞê bigire.

Wedah Elî yê ji bajarokê Sûr ê Dêra Zorê jî dibêje:

“Em ê destekê bidin hêzên leşkerî, lewma divê QSD tevgera xwe zêde bike û careke din pêşî li zindîkirina DAIŞê bigire.”

Back to top button