MAZLÛM KOBANÊ RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ARMANCA SEREKE YA QSD’Ê YE

“Astengiya sereke li hember çareserkirina aloziya Sûrî, dewleta Tirk e.
Rizgarkirina Efrînê şertê sereke yê avakirina herêmeke ewle li herêmê ye.
Baweriya me bi diyaloga Sûrî-Sûrî heye.”
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi van gotinan bersiva pirsên rojnameya Îmaratî El-Beyan da.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji rojnameya El-Beyan a Îmaratî re axivî.

Mazlûm Ebdî got:

Baweriya me bi diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûrî heye.

Lê hema hikûmeta Şamê heya niha rewşa heyî ya li bakur û rojhilatê Sûriyê nabîne û pêşniyarên çareserkirnan jî napejirîne.

DEWLETA TIRK ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRÎ ASTENG DIKE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê destnîşan kir ku astengiya sereke ya li pêşiya aloziya Sûrî, dewleta Tirk e.

Her wiha Mazlûm Ebdî bal kişand ser têkiliyên bi dizî yên navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de û wiha got:

Hikûmeta Tirk hewl dide li ser hesabê gelê bakur û rojhilatê Sûrî têkiliyan bi hikûmeta navendî ya Şamê re li dar bixe.

Armanc ji vê yekê vejînkirina hevpeymana Adanayê ye.

Êdî ev rêbaz bi kêrî rêjîma Sûrî nayê, lê belê aloziyê kûrtir dike.

DIVÊ HERÊMA EWLE ARAMIYA HERÊMÊ MISOGER BIKE Û DI BIN SÎWANEKE NAVDEWLETÎ DE BE

Mazlûm Ebdî ji bo herêma ewle ya ku rêveberiya Emerîkayê pêşniyar kiribû jî anî ziman ku divê ew herêm têkeve xizmeta ewlehî û aramiya herêma rojhilatê Feratê û di bin sîwaneke navdewletî de be.

Ebdî careke din teqezî li ser wê yekê kur ku bê rizgarkirina Efrînê aramî û ewlehî ne pêkane;

“Vegera şêniyên Efrînê û mal û milkên wan di bin sîwaneke navdewletî de, rawestandina guhertina demografîk û vegrenadina Efrînê weke rewşa beriya şer û dagirkirinê, şertê sereke yê dewamiya danûstandinên der barê herêma ewle û serkeftina wê ye.”

BÊDENGIYA CÎHANÎ LI HEMBER DAGIRKIRINA EFRÎNÊ KOMPOLYEKE NAVDEWLETÎ BÛ

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bêdengiya hêzên cîhanî ya li ser rewşa li Efrînê rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir;

“Bêdengiya cîhanî tê wateya komploya navdewletî ya li hember dagirkirina Efrînê.”

Leave a Reply

Back to top button