Partiya Putin li herêmên Ukrayna yên kontrolkirî biser ket

Li ser xaka Ukrayna ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin hilbijartin pêk hat.
Komisyona Hilibjartinê ya Rûsyayê ragihand ku di hilbijartinê de, Partiya Serokê Rûsya Vladimir Putin ji sedî 70’ê dengan girt.

Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsyayê diyar kir ku li herêmên Zaporîjya, Herson, Donetsk û Lûhanskê yên Ûkraynayê ku hatine desteserkirin, ji roja Înê heta Yekşemê sê rojan hilbijartin hatiye kirin û di encamê de jî partiya Rûsya ya Yekbûyî bi ser ketiye.

Li gorî çavdêrên siyasî Moskowa hewl dide dagirkeriya li herêmên rojhilat û başûr bi rêya hilbijartinê rewa bike.

Herêmên navborî ji hin aliyan ve di bin kontrola Rûsyayê de ne.

Li gel nerazîbûna li qada navneteweyî jî di Îlona 2022’an de referandûm lê hatibû kirin.

Kîev û hevalbendên wê ragihandin ku hilbijartin ‘ne qanûnî’ ne û şermezar kirin.

Li welêt şer hîn jî dewam dike û Ûkraynayê diyar kir ku wan dest bi êrîşa dijber kirine.

Hilbijartin ji bo hilbijartina walî, wekîlên herêmê û meclîsên şaredariyan hate kirin.

Encamên hilbijartinê jî surprîz nebû.

Ev hilbijartin beriya wan hilbijartinan hate kirin ku wê karibe Vladîmîr Pûtîn heta sala 2030’î li ser desthilatdariyê bihêle.

Tê payin ku hilbijartinên Serokatiyê di destpêka sala 2024’an de bê kirin.

Back to top button