Rêxistinên navnetewî: PDK xiyanetê li Kurdan dike

Gelek rêxistinên navneteweyî nerazîbûn nîşanî êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla dan û diyar kirin ku PDK xiyanetê li gelê Kurd dike. Rêxistinan bang li PDK’ê kirin ku tavilê dawî li hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re bîne.

Gelek Rêxistinên Navnetewî derebarê amadekariyên PDK’ê yên şerê li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser amadekariyên şer ku bi mehane PDK li dijî gerîla dike û wiha hate gotin,

“PDK bi bahaneyên durû xwe ji bo şerekî li dijî PKK’ê amade dike. Eşkere ye ku PDK bi îftira û provokasyonên leşkerî, bi hevkariya MÎT’ê ji bo dewleta Tirk a faşîst amadekariya bingeha şerekî dagirkeriyê yê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dike.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku PDK qadên gerîla dorpêç dike û êrişên hewayî yên dewleta Tirk nîşan dide ku PDK îstîbarateke yekser dide Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku PDK li ber hewldanên yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd radibe û bi hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re şerekî navxweyî yê Kurdan sor dike ku dikare li her devera Kurdistanê belav bibe.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin,

“PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike. Divê ev plan bê têkbirin û piştgiriya navneteweyî ya bi gelê Kurd re bê birêxistinkirin.”

Di daxuyaniya rêxistinan de bang li PDK’ê tê kirin ku tavilê dawî li amadekariyên şer û hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re bîne.

Her wiha bang li derdorên azadîxwaz yên cîhanê jî tê kirin ku li dijî her cure êrîşên li ser şervanên azadiyê û gelê Kurd bikevin nava tevgerê.

PCPCI Partiya Komunîst Proleter a Peravên Diranê Fîlan
MMLPL Xeta Marksîst Lenînîst Proleter, Fas
CPSA (ML) Partiya Komunîst a Başûrê Efrîkayê (Marksist-Leninist)
PCT Partiya Komunîst a Togo
PPDS Partiya Sosyalîst Demokratîk Welatparêz, Tûnis
MLOA Rêxistina Marksîst-Lenînîst a Efganistanê
CPB Partiya Komunîst a Bangladeşê
CPI (ML) Red Star Partiya Komunîst a Hindistanê (Marksist-Leninist) Stêrk a Sor
NCP (Mashal) Partiya Komunîst a Nepalê (Maşal)
PPRF Eniya Komarê ya Gelan a Welatparêz a Nepalê
NDMLP Partiya Marksîst-Lenînîst Demokratîk a Nû, Srî Lanka
CPA/ML Partiya Komunîst a Awûstrtalyayê (Marksist-Leninist)
БКП Partiya Komunîst a Bûlgaristanê
БРП(к) Partiya Karker a Bûlgaristanê (Komunist)
PR-ByH Partija Rada – Partiya Karker – Bosna Hersek
MLPD Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê
UCLyon Yekîtiya Komunîstên Lyonê, Fransa
UPML Yekîtiya proleter a Marksîst-Lenînîst, Fransa
KOL Rêxistina Komunîst a Luksembûrgê
RM Berbanga Sor, Hollanda
UMLP Yekîtiya Marksîst-Lenînîst a Portekîzê
MLKP Partiya Komunîst Marksîst Lenînîst Tirkiye / Kurdistan
KSRD Konseya Koordînasyona Tevgera Çîna Karker, Ûkrayna
PR Partiya Karker a Parîja Rada, Yûgoslavya (berê)
PCC-M Partiya Komunîst a Kolombiyayê – Maoîst
NPCH (ML) Partiya Komunîst a Nû ya Haîtî (Marksist-Leninist)
PCP (independiente) Partiya Komunîst a Paragûayê (Serbixwe)
BDP Bloka Gelparêz Demokratîk a Perû
PC (ML) Partiya Komunîst a Komarê ya Domînîkê (Marksist-Leninist)
PCR-U Partiya Komunîst Şoreşger a Ûrûgûayê
UPC-Yekîtiya Gelan a Kamerînê Manîdem – Manîfestoya Neteweyî ji bo Demokrasiyê.

Back to top button