Şêniyên Şengalê: Em ê heta dawî rêya Sarayan bişopînin

Berxwedana civaka Êzidî ya li dijî plana dagirkirina Şengalê dewam dike.
Çalakiya Konvedanê ya ji bo parastina saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê di roja xwe ya 38. de didome.

Çalakî bi dirûşma “Em hemû asayîş in” pêk tê û rojane ji herêmên cuda yên Şengalê mirov serdana çalakgeran dikin.

Beşdarvanên çalakiya kon bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li ber konê berxwedanê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê endam PADÊ Mecîde Dexil ve hat dayîn.

Mecîde Dexil sê jinên şoreşger bibîranîn û got:

“38 roj in em li ser şopa berxwedana Sakîne Cansiz li ber vî konê rûmetê ji bo Êzidî bibin xwedî îrade berxwedidin.

Ger ku em îro berxwedidîn ev mîrasê rêheval Sara ye.

Encamê berxwedana wê ya mînak îro civaka Êzidî jî bo hebûna xwe li dijî pîlanên heyî li ber xwe dide.”

Piştî daxuyaniyê endama Meclisa Xweser ya Şengal Hemşê Reşo jî axivî û soza bi şehîdan re dubarekir û dazanîn ku ewê heta dawiyê li ser şopa Sakîneyan têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button