Li Dihokê balafireke bêmirov a Tirkiyê ket xwarê û zarokek birîndar bû

Nerazîbûnên gelê başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê a artêşa Tirk zêde dibe. Şêniyên Dihokê nerazîbûn nîşan dan û banga rawestandina êrîşan kirin. Di encama ketina balafireke keşfê ya Tirk de li gundekî Dihokê zarokek 11 salî birîndar bû. Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê jî ragihand ku wê darbarê dagirkeriya Tirkiyê de civîneke awarte pêk bîne.

Êrîşên dewleta Tirk yên li dijî başûrê Kurdistanê ji 23’ê Nîsanê ve dewam dikin.

Niha li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran heye.

Li gorî çavkaniyên herêmî hatine girtin, duh êvarî li gundê Zêwa Şêv Pîremûs yê nêzî bajaroka Bamernê ya Dihokê balafireke bêmîrov a dewleta Tirk kete xwarê.

Hate ragihandin ku parçeyek ji balafirê li zaroka 11 salî ya bi navê Lavîn Casim ketiye û bi giran birîndar bû.

Heta niha sedema ketina balafirê nehatiye zanin.

Li ser dagirkeriyê, wê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê bicive

Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyê Silêman Soylu duh ragihandibû ku wê li herêma Metînayê baregehek leşkerî ava bikin.

Li ser van hewildanên Tirkiyê, Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku wê civînek awarte pêk bîne.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê Bedir Ziyadî ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê ya li Iraqê binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Bedir Ziyadî got ku li ser metirsiya dagirkeriya Tirkiyê wê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê bicive.

Şêniyên Kanî Masî ya Dihokê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin

Şêniyên herêma Berwarî Bala ya navçeya Kanî Masî ya Dihokê jî nerazîbûna xwe derbarê êrîşên ser xaka Başûrê Kurdisatanê anîn ziman û gotin ku dewleta Tirk rojane herêmê bombebaran dike.

“Ev çend meh in em yekcar bi aramî najîn. Gelek ziyan li me bûye. Pezê me nikare di newalan re bibore. Toparan rojane heye. Malên ji ber bombebaranê wêran dibin. Ev 5-6 meh in em di vî halî de ne. Divê hikûmeta Iraqê çereyekê ji vî tiştî re bibîne.”

“Li herêma me 76 gund hene. Ji van gundan tenê nêzî 30 heya 40 gundî mane. Eger topbaran û bombebarana Tirkiyeya hov bidomin, dê herêm rastî bobelatekê bê.”

Arêz Abdullah: Tirkiye bêyî Hewlêr û Bexdayê nikare ti gavan bavêje

Derbarê heman mijarê endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Ebudllah da zanîn ku Tirkiye bêyî erêkirina Iraq û Başûr nikare ti gavê ber bi herêmê ve bavêje.

Arêz Ebdullah bang li PKK, YNK û PDK’ê kir ku digel hev hemahengiyekê biafirînin û rê li ber berfirehbûna dagirkeriyê bigirin.

Hîwa Umer: Divê tevahiya Kurdan êdî zordariyê qebûl nekin

Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Hîwa Umer jî bang li tevahiya Kurdan, partî, siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl kir ku li hemberî dagirkeriyê derkevin û zordariyê êdî qebûl nekin.

Back to top button