Tecrîd sîstemeke Rêvebirinê ye û divê ji holê were rakirin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li ser tecrîdkirina Rêber Ocalan diyar kir ku Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hem sîstemeke cezakirinê hem jî ya rêvebirinê ye.

Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dimeşîne êdî ne tenê li giravekê ye, lê belê veguheriye rêbazeke rêvebirinê.

Parêzer Erol anî ziman ku sîstema ku di nava 20 salên dawî de li Îmraliyê tê meşandin ne hiquqiye û got:

Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, sîstemeke bi çend hevdîtinên parêzeran an jî malbatê ji holê ranabe, divê tecrîd ji holê bê rakirin.

Parêzer Erol destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û heta ku bi rengekî aştiyane neyê çareserkirin wê Tirkiye demokratîk nebe.

Back to top button