Pentagon: Em li ser parastina herêmên neftê dixebitin

Pentagon, piştî vekişîna piraniya hêzên xwe, bi niyet e ku hinek hêzên xwe bişîne bakur û rojhilatê Sûrî.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê-Pentagon ragihand, ji bo xurtkirina mabûna xwe ya leşkerî li bakur û rojhilatê Sûrî plan kiriye.

Li gorî Pentagonê, ev yek ji bo parastina herêmên neftê ye da ku nekevin destê DAIŞ’ê.

Berpirsekî Pentagonê diyar kir ku kontrolkirina van herêmên neftê, giringtirîn tiştê Emerîka di şerê li dijî DAIŞê bi dest xistiye ku çavkaniya sereke ya qezencên DAIŞê bû.

Doh jî senatorê Emerîkî Lendsey Graham ragihandibû ku wezareta parastinê li ser awayê parastina herêmên neftê dixebite.

Leave a Reply

Back to top button