Artêşa Tirk bi balafir û çekên giran gundên Kobanê bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker îro êrîşî gundên girêdayî Kobanê, Zirgan,Til Temir, Eyn îsa, Girê spî, Amûdê û Qamişlo kir. Di encama êrişa li ser Kobanê de 2 leşkerê hikûmata şamê jiyana xwe ji dest dan û ciwanek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker îro êrîşî herêmên seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê kir.

Ji Kobanê heta bi Tirbespiyê, top avêtin herêmên ku sivîl lê ne.

Dewleta Tirk a dagirker di heman demê êrîşî Gundê Qeremox, Ceşan, Til Şeîr û rêya Kobanê-Cerablus kir.

Êrîş bi balafir û çekên giran pêk hat.

Li Kobanê 2 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û ciwanek birîndar bû

Di encama êrişa li ser gundê qeremox ê li rojhilatê Kobanê de 2 leşkerên hikûmeta şamê jiyana xwe ji dest dan û ciwanê bi navê Xelîl Mehmûd Bedir yê 18 salî jî birînda bû..

Dagirkeran gundên Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û Qamişlo topbaran kir

Her wiha 6 gundên Eyn Îsa û 5 gundên Girê Sipî jî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk

Weke her roj gundên herêma Til Temir û Zirganê jî para xwe ji topan girtin.

Dewleta Tirk gundên Til Tewîl, Tewîla û Eboş ên Til temirê û navenda navçeya Zirgan topbaran kirin ..

Artêşa Tirk a dagirker, piştî topbarana li dijî Zirgan û gundewarên wê, rojavayê navçeya Dirbêsiyê jî topbaran kir.

Artêşa Tirk 2 top avêtin nêzî gundê Gir Beşk ê rojavayê Dirbêsiyê.

Dewleta Tirk a dagirker her wiha 10 top avêtin gundên Amûdê, Qamişlo û Tirbespiyê.

Artêşa dagirker 5 top avêtin gundê cirnikê û 2 top avêtin gundê Heremê Şêxo yê Amûdê, 2 top avêtin gundê til Zîwan ê Qamişlo û topek jî avêt Gundê Rotan yê Suriyaniyan yê girêdayî navçeya Tirbespiyê.

Back to top button