Çalakvanan îro jî hevkariya PDK’ê û êrişên wê yên li dijî gerîla şermezarkirin

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a li Deriyê Sêmalka ku ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe yên PDK’ê ew şehîdxistne di roja 12’an de dewam dike.
Îro jî Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a herêmê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Xalid Omer daxuyaniyek da û got,

” Şehîdkirina 5 gerîlayan ji aliyê PDK’ê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û destekftî û mafên wê yên rewa ye.”

Omer diyar kir ku dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir hêzên PDK’ê reviyan û hişt ku ferman bi serê êzîdiyan were lê hêzên Gerîla ev ferman nehişt bighêje armanca xwe û rê li ber girt.

Omer da zanîn ku PDK’ê xiyanetê li tevahî Kurdistanê dike û pîvanên mafên mirovan û parastina rewa binpê dike.

Li aliyekî din bi navê Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê endama rêveber a rêxistinê Evîn Cuma êrişên dewleta Tirk a dagirker bikaranîna çekên qedexekirî şermezar kir û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên qedexekirî binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.”

Evîn bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistnên navneteweyî kir ku bi lez li hemberî dewleta Tirk bikevin tevgerê.”

Hat diyarkirin ku wê sibe şêniyên Hesekê û Yekitiya Parêzeran û Rêxistina Mafên Mirovan beşdarî çalakiyê bibin.

Back to top button