Biden wê bi lîderên Awistralya, Japonya û Hindistanê re bicive

24’ê Îlonê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê li New Yorkê bicive.
Bi nêzbûna dema civînê re, civînên dualî yên navbera serokên welatan de jî zelal dibe.
Serokê DYA Joe Biden ragihand ku wê li gel lîderên Awistralya, Japonya û Hindistanê bicive.

Serokwezirê Awistralya Scott Morrison, Serokwezirê Japonya Yoshihide Suga û Serokwezirê Hindistane Narenda Modi ragihandin ji bo beşdari Civina Neteweyen Yekbyi ya hefteya bê bibin, wê biçin bajarê New York ê DYA.

Hat ragihandin ku Serokê DYA Joe Biden wê 24’ê Îlonê li Koşka Spî pêşwaziyê li serokên Awistralya, Hindistan û Japonyayê bike.

Hevdîtina qala wê tê kirin, wê bibe cara yekem ku lîderên van welatan li gel hev dicivin.

Di civîna ku li ser daxwaza Biden wê pêk were de, mijarên têkliya navbera herçar welatan de, aloziya li derya Hint-Pasifîk, Covid-19 û guherîna avhewa heye.

Back to top button