Li bajarê Silêmaniyê semînerek ji aliyê çavdêrên siyasî ve li ser dagirkeriya li Kurdistanê û tecrîda li dijî Rêber Apo hate dayîn.
Di semînerê de nebûna yekîtiya netewî, dagirkeriya dewleta hate nîqaş kirin û hate diyar kirin ku divê aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî dagirkeriya li herêmê bibin xwedî helwest.
Her wiha hate gotin ku Herêma başûrê Kurdistanê, bûye wesîleya Tirkiye-Îran ya ji bo parçe kirina Kurdistanê û Tirkiyê vê yekê li dijî gelê Kurd bikar tîne û nehêle herêm pêşbikeve.
Di semînerê de behsa rewşa dawî ya li Îmraliyê, helwesta rêxistina CPT jî hate kirin.
Hate diyar kirinê ku li girtîgeha Îmraliyê hemû maf hatine qedexekirin û bang li CPT hate kirin ku li ser rapora xwe ya Îmraliyê xwedî helwestekî cidî be û dawî li tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo bîne.



