Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat, bandora wê li Bakur û rojhilatê Sûriyê hebû.
Li gorî desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa bîlançoya nû ya erdhejê eşkere kir.
Li gor Hevserokê Desteyê :
Li Şêxmeqsûd a Helebê 6 kes şehîd bûn, 44 kes jî birîndar bûn.
Li Şehbayê 7 kes, li Kobanê 4 û li Minbicê jî 2 kes birîndar bûn.