Bi boneya cejna Noelê, roj 25’ê kanûnê, Rêveberiya Xweser betlane ragihand.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek bi hejmara 16’an weşand.
Di biryarnameyê de hat gotin:
– Bi boneya cejna Noelê, roja yekşemê ku dikeve 25’ê kanûnê, hemû dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin betlane.
– Biryar ji bo dezgehên giştî ku pêwîstiya karê wan bi dewamkirinê heye, ne derbasdar e.
– Biryar ji bo aliyên hatine bibîrxistin dikeve meriyetê.